Kürt Tarihi

Helepce û Bêdengîya Misilmanan

Di dîrokê de her dewletek, xwe bi ol an jî bîrdozîyekê ve girê daye û hemû kiryarên xwe yên xerab bi navê wê olê an jî wê bîrdozîyê kirîye da ku kiryarên xwe yên xerab rewa bike. Dema ku em li dewletên Misilmanan dinihêrin, em dibînin ku ew jî li ser vê pergalê dewletên xwe ava kirine û desthilatdariya xwe meşandine. Mirov dikare bibêje ku hemû dewletên Misilmanan ên duh û ên îro ji vê pergalê şaş nebûne. Gelek caran artêşên dewletên Misilmanan li ser erdê Kurdan ango li Kurdistanê li dijî hev şer kirine. Dewletên wek Emevî, Ebasî, Selçûqî, Osmanî Safewî û hwd. Gelek caran van dewletan bi hev re şer kirine. Ji ber ku Kurdistan tam di nav van dewletan de ye, her tim dibû cihê şer û pevçûnên van dewletan. Di encamê de jî gelek Kurd dihatin qetilkirin û mal û milkê wan dihatin talankirin. Ev yek bi taybetî jî di serdema navîn de di navbera împaratoriya Osmanî û Safewîyan de bêhtir xuya dike. Mînakên vê di rûpelên dîrokê de bêhejmar in, lê ji ber ku mijara me ne dîroka serdema navîn e em zêde li ser nasekinin.

Ku em hinekî nêzîkê dîroka vê dawiyê bibin, em ê bibînin ku dîsa dewletên Misilmanan li ser heman pergalê dewletên xwe bi rêve birine û hê jî dibin. Di sala 1975an de serokê Iraqê Sedam Huseyn ji bo ku şoreşa Kurdan a li başûrê Kurdistanê têk biçe bi dewleta Îranê re peymanek îmze kir û li gorî vê peymanê devera Kuzîstanê da Îranê. Lê belê dema ku di sala 1979an de li Îranê şoreşa Îslamî deshilatiya Îranê bi dest xist, Sedam Huseyn doza jinûve hildana devera Kuzîstanê kir. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne jî êrîşê dewleta Îranê kir. Di wê demê de Kurd jî ji bo rizgarkirina Kurdistanê jixwe bi dewleta Iraqê re di nav şer de bûn. Di heman demê de partîyên başûrên Kurdistanê bi dewleta Îranê re jî têkilîyek ava kiribûn. Dewleta Iraqê bi mebesta ku Kurd îxanetê dikin û li cem Îranê li dijî Iraqê şer dikin, êrîşê Kurdan kir. Di sala 1983yan de li devera Barzan di rojekê de 8 hezar mêrên Barzanî birine başûrê Iraqê û li çolên başûrê Iraqê bi saxî bin ax kirin. Êdî şerê Kurdan û dewleta Iraqê bêrawestan dest pê kir. Di rastiyê de şerê Kurdan li başûrê Kurdistanê hê di salên 1920î de bi serperiştiya Mehmûd Berzencî jixwe dest pê kiribû û  heta vê şerê ku me behs kir jî berdewam dikir. Lê vê carê şerekî cuda bû. Ji ber ku di vî şerî de bombeyên kîmyawî dê bihatana bikaranîn.

Di sala 1986an heta sala 1988an de Iraqê li dijî Kurdan bi navê operasyona Enfalê şerekî dijwar da destpêkirin. Serokê Iraqê Sedam Huseyn li parlamentoya dewleta xwe Qur’an dida destê xwe û şerê li dijî Kurdan wekî “cîhad” bi nav dikir. Ango pergala berê a ku dewletên Misilmanan pê desthilatdarîyên xwe bi rêve dibirin û zext û zordarîyên xwe bi navê Îslamê rewa derdixistin, vê carê jî ji aliyê Sedam Huseyn ve hat bikaranîn. Ku em li navê vê operasyonê binihêrin jixwe em ê fêm bikin ku çawa şerê xwe bi olê ve girê dane. Enfal, sureyeke Quranê ye ku tê wateya “xenîmet”ê. Sedam navlêkirina operasyonê bi Enfalê xwest ku vê şerê wekî cîhadê bi nav bike û Kurdan jî bi navê Îslamê tune bike. Di heman demê de mal û milkên Kurdan û jinên Kurdan ên ku mêrên wan, bav û birayên wan hatine qetilkirin jî ji xwe re wekî xenîmet hildin.

Di 16ê adara 1988an de balafirên şer ên dewleta Iraqê nêzîkî 5 demjimêran bajarê Helepçeyê bi bombeyên kîmyawî bombebaran kir. Di dîroka mirovahîyê de piştî Hîroşîma û Nagazakîyê mezintirîn komkujîya ku bi bombeyên kîmyawî hatîye kirin, li Helepçeyê hat pêkanîn. 7 hezar Kurd yekser canê xwe ji dest dan û 15 hezar Kurd jî birîndar bûn. Di dawîya sedsala 20. de li ber çavên cîhanê nîjadkujîyeke mezin li dijî Kurdan hate kirin. Sedam bi navê Îslamê 7 hezar Kurdên Misilman bi yek carî qetil kir.

Ka em hinekî jî li dewletên Misilmanan binihêrin ka çi bertek nîşan dane. Piştî komkujîya Helepçeyê çend roj şûnde li Kuweytê konferanseke mezin a dewletên Misilmanan hat lidarxistin. 42 dewletên Misilmanan beşdarî vê konferansê bûn, ji TirkiyeyêKenan Evren li ser navê dewleta xwe beşdarî konferansê bû. Di konferansê de pirsgirêkên hemû Misilmanên cîhanê hat gotubêjkirin û hemû dewletên biyanî yên ku zextê li Misilmanan dikin, hatin şermezarkirin. Rewşa Filîstînîyan, Afganîyan, tirkên ku li Bulgaristanê dijîn, tirkên Kîprosa bakur, Misilmanên ku li Morîtanyayê dijîn û hwd bi kurt û kurtasî li ku derê misilman hebin pirsgirêkên wan di rojeva konferansa Îslamî de derbas bûn. Lê belê hê çend roj berê vê konferansê di nav dilê Rojhilata Navîn de, di warê dergûşa şaristanîya mirovahîyê de komkujîya ku li dijî Kurdan hat pêkanîn di rojeva konferansa Îslamî de derbas nebû. Serokên dewletên Misilmanan behsa hemû pirsgirêkên mezin û piçûk ên Misilmanan kirin, lê qetilkirina 7 hezar Kurdên Misilman nehate bîra wan. Ne kesî behsa komkujîya Helepçeyê kir, ne jî Sedam Huseyn hat rexnekirin. Ev bêdengî ne tenê ya dewletên Misilmanan bû, dewletên rojavayî û dewleta Amerîkayê jî bêdeng ma. Ango Kurd li ber çavên cîhanê hatin qetilkirin, lê cîhan her bêdeng ma.

Ji alîyê din ve gelê misilman jî bêdengîya xwe parast. Ji ber ku gel wisa girêdayîyê pergala dewletê ye, tiştên ku dewlet naxwaze bibîne gel jî nabîne. Li ber çavên wan komkujî pêk tê, lê nabînin. Ku bibînin jî bêdeng dimînin. Qetilkirina 7 hezar Kurdan ne bala dewletên Misilmanan ne jî bala gelê misilman kişand. Mixabin Kurd jî ji qetilkirina 7 hezar Kurdên birayên xwe re bêdeng man. Di dema Komkujiya Helepçeyê de li Êlihê xwepêşandanek hat lidarxistin, lê ev xwepêşandan ne ji ber Helepçeyê bû, ji ber Tirkên ku li Bulgaristanê dijîn bû. Qaşo Bulgarîstan navê Tirkan qedexe dike û navên Bulgarî li wan dike. Pirsgirêka navên Tirkan ji Komkujiya Helepçeyê bêhtir bala gel kişand.

 

Niviskar: Yılmaz Bayram

Yorum bırak